Li Xezeyê meha Tebaxê 185 kes ji ber birçîbûnê mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku meha Tebaxê ji ber birçîbûnê 185 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiye ya Xezeyê ve htae dayin, di nava 24 saetên dawî de 13 kes ji ber birçîbûnê mirin. Hate ragihandin ku 3 ji wan zarok bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, meha Tebaxê bi giştî 185 kes ji ber birçîbûnê mirin.

Li gorî daxuyaniya fermî, ji destpêka şer û vir ve ji ber heman sedemê 361 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 130 ji wan zarok bûn.

Wezaretê diyar kir ku 185 kesên meha Tebaxê mirin, hejmara herî zêde ya mehên dawî ye.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayin ku birçîbûna li Xezeyê 'Zêde dibe ku dikare bibe felaketek'. Wezaretê diyar kir ku li herêmê 43 hezar zarokên kêmî 5 salî û zêdeyî 55 jinên ducanî û xwedî pitik, bi rîska birçîbûnê re rû bi rû ne.