Bîlançoya şerê navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê ku 28'ê Sibatê bi êrişên li ser Îranê destpê kir, her roj giran dibe. Gelek aktorên şer windahiyên xwe yên leşkerî vedişêrin. Îran û Hîzbûllah ji van aktoran e.
LI ÎRANÊ WINDAHIYA GIRAN A SIVÎLAN
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji destpêka şer û vir ve li welêt zêdeyî 1200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên jiyana xwe ji dest dan nêzî 200 kes jin, 20 jî zarok bûn. Her wiha hate ragihandin ku zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) di nava 24 saetên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di êrişan de 4 jê zarok, 1 jê jin bi giştî 17 sivîlan jiyana xwe jid est dan, 19 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daneyên HRANA'yê ji destpêka şer û vir ve 200 jê zarok bi giştî 1.262 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku herî kêm 189 leşker jî hatin kuştin.
LI ÎSRAÎLÊ 14 KES MIRIN
Artêşa Îsraîlê û servîsên alîkariya lezgîn ragihandin ku ji destpêka şer û vir ve 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî tîmên tenduristiyê ji destpêka êrişên fuzeyan ên Îranê û vir ve 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, çar jê zarok bi dehan kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku li başûrê Lubnanê di şer de 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.
LI LUBNANÊ ZÊDEYÎ 570 KES MIRIN
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî got, ji 2'ê Adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir ve 570 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 86 ji wan zarok, 45 jî jin bûn.
Tenê roja Sêşemê di êrişan de 84 kesan jiyana xwe jid est dan. Roja Çarşemê li herêma Şehabiyeyê di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.
Hîzbûllahê têkildarî windahiyên xwe daxuyaniyeke fermî neda.
DYE: 150 LEŞKERÊN EMERÎKÎ BIRÎNDAR BÛN
DYE'yê jî ragihand ku ji destpêka şerê Îranê û vir ve di nava deh rojên dawî de 150 leşkerên Emerîkî birîndar bûn. Li gorî ajansa Armenpressê, ev agahî ji aliyê du çavkaniyên ji Reutersê re axivîn hate parvekirin.
Ev hejmar ji destpêkirina şer û vir ve hejmara herî zêde ya birîndaran e ku artêşa Emerîkayê eşkere kiriye.
Beriya niha Pentagonê diyar kiribû ku hejmara leşkerên birîndar derdroa 140 kesî ye û beşeke girîng a birîndaran jî rewşa birîna wan sivik e.
LI WELATÊN KENDAVÊ 24 KES MIRIN
Li gorî daneyên welatên Kendavê û Fermandariya Hêzên Navendî ay DYE'yê (CENTCOM) ji destpêkirina êrişên Îranê û vir ve li herêmê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku piraniya kesên mirin leşker an jî wezîfedarên ewlekariyê bûn. Di êrişan de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên hatin kuştin 7 jê leşkerên DYE'yî bûn.
- Li Kûweytê 2 leşker, 2 muxafizên sînor û 2 sivîl bi giştî 6 kes mirin.
- Li Îmaratê di qezaya helîkopterê de 2 leşker û 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
- Li Erebistana Siûdî 2 sivîl,
- Li Bahreynê 2 kes
- Û li peravên Ûmmanê jî deryavanekî jiyana xwe ji dest dan.
- Li Qatarê 16 kes birîndar bûn.
IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ
Li Iraqê komên milîs ên alîgirê Îranê diyar kirin ku di êrişên hewayî yên Îsraîl û DYE'yê de 20 milîtanên wan hatin kuştin.
Li Herêma Kurdistanê di êrişa droneyê de ya li ser Balafirgeha Hewlêrê wezîfedarekî ewlekariyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha di êrişên Îranê de 2 pêşmergeyên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 3 jî birîndar bûn.
LI URDUN Û SÛRIYEYÊ BIRÎNDAR HENE
Artêşa Urdunê jî ragihand ku ji ber parçeyên drone û fuzeyan ên li herêmê ketin 14 kes birîndar bûn. Li welêt kes nemir.
Li Sûriyeyê jî li gorî medya dewletê ji ber parçeyên fuzeyan ên Îran û Îsraîlê 8 kes birîndar bûn.