Li Mûsilê 3 gorên komî têne vekirin
Waliyê Mûsilê ragihand ku 3 gorên komî yên li navçeyên hermat û Mişêrifeyê hatin tespîtkirin ji aliyê tîman ve têne vekirin.
Waliyê Mûsilê ragihand ku 3 gorên komî yên li navçeyên hermat û Mişêrifeyê hatin tespîtkirin ji aliyê tîman ve têne vekirin.
Li sînorê parêzgeha Musilê sê gorên bi komî tên vekirin. Waliyê Nînowayê Ebdulqadir Dexîl bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku li navçeyên Hermat û Mişêrife yên dikevin rojavayê Musilê dest bi vekirina sê gorên bi komî hatiye kirin.
Ebdulqadir Dexîl da zanîn ku di van goran de hestiyên pêşmerge, Kurdên Êzidî û welatiyên Musilê di nav de jin û zarok hene ku beriya 10 salan ji aliyê komên çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin.
Her wiha Ebdulqadir Dexîl diyar kir ku xwîna pêkhateyên cuda yên di nava van goran de tevilhev bûne û ev jî mezinahiya sûcê çeteyên DAIŞ’ê ya beramberî mirovahiyê nîşan dide.
Waliyê Musilê Ebdulqadir Dexîl destnîşan kir ku hikûmeta xwecihî hemû piştevaniya lojîstîkî ji bo tîmên lêgerînê dabîn dike, her wiha Dezgeha Gorên Bi Komî jî soz daye ku testa DNA’yê ji bo kesûkarên qurbaniyan pêkbînin.
Herî dawî Ebdulqadir Dexîl got: “Bi hemahengiya li gel aliyên peywendîdar, wê merasîmek şayan û ferî ji bo spartina xakê ya cenazeyên ji nav goran werin derxistin, li Musilê were lidarxistin.”