Li Lubnanê operasyona bejahî ya Îsraîlê, Îranê hişyarî da welatên kendavê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî Hîzbûllahê li Başûrê Lubnanê dest bi "Operasyonên bejahî yên sînorkirî û bi hedef" kiriye. Îran, welatên Kendavê û Îsraîlê di atmosfera şerê giran de hişyarî dan hev.

Şerê ku bi êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên 28'ê Sibatê li ser Îranê destpê kir û bandor li gelek welatên Rojhilata Navîn kir di roja 17'emîn de ye.

ÎSRAÎLÊ LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ DEST BI OPERASYONA BEJAHÎ KIR

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Başûrê Lubnanê dest bi "Operasyonên bejahî yên bi hedef û sînorkirî" kiriye. Li gorî daxuyaniyê, operasyon li ser hin nuqteyên girîng ên Hîzbûllahê yên li ser xeta sînor tê kirin.

Artêşê ragihand ku armanca operasyonê belavkirina binesaziya Hîzbûllahê û zêdekirina ewlehiya wargehên Îsraîlê yên li bakur e. Hate ragihandin ku yekîneyên Îsraîlê hewl didin bi taybetî li sînorê Lubnanê "xeta parastinê ya li pêş xurt bikin."

Şerê navbera Hîzbûllah û Îsraîlê 2'ê Adarê piştî ku Hîzbûllahê êriş bir ser Îsraîlê jinûve giran bû. Hîzbûlahê diyar kiribû ku ev êriş li hemberî kuştina lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney û êrişa Îsraîlê ya 28'ê Sibatê ya li ser Tehranê hate kirin.

Îsraîlê jî li hemberî vê li ser Lubnanê dest bi êrişên berfireh ên hewayî kir. Li gorî rayedarên Lubnanî di van êrişan de herî kêm 850 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 2 hezar kes jî birîndar bûn.

ÎSRAÎL: BI HEZARAN HEDEFÊN ME HENE KU LI ÎRANÊ BÊNE BOMBEKIRIN

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrişên li ser Îranê wê dewam bikin. Berdevkê artêşê Tûggeneral Effie Defrin ragihand ku li Îranê "bi hezaran hedef" hene ku bêne bombekirin û her roj hedefên nû têne tespîtkirin. Defrin got, "Rejîm lawaz bû û em ê wê hîn lawaz bikin."

ÎRANÊ HIŞYARÎ DA WELATÊN KENDAVÊ

Îranê jî li ser hedefgirtina hebûna leşkerî ya Emerîkî ya li herêmê hişyarî da. Qenala dewletê ya îranê Press TV got, rayedarên leşkerî yên Îranê hişyarî dane ku li paytexta Qatar Dohayê û li Dûbaî ya li Îmaratê dikarin li hin hedefan bixin.

Îranê îdîa kir ku li van herêman leşkerên DYE'yî hene û bang li sivîlan kir ku van qadan biterikînin.

REWŞA LI KENDAVÊ

Li ser bilindbûna rageşiyê li welatên Kendavê liv û tevgera leşkerî zêde bû.

Îmaratê diyar kir ku fuze û balafirên bê mirov ên ji Îranê bi sîstemên parastina hewayî hatin astengkirin.

Erebistana Siûdî ragihand ku ji şeva Duşemê û vir ve zêdeyî 60 balafirên bêmirov ketine.

KRÎZA TENGAVA HURMUZÊ

Xaleke din a krîtîk a şer Tengava Hurmuzê ye. Serokê DYE'yê Donald Trump anî ziman ku ji bo tengav jinûve vebe divê hevalbend hîn bi berpirsyariyê rabin.

Trump diyar kir ku pêkneanîna ewlekariya tengavê dikare ji bo NATO'yê bibe "paşerojeke gelekî tarî." Rêveberiya DYE'yê ji bo ewlekariya rêya deryayî ya ji bo trafîka petrolê gelekî krîtîk e bang li mutefîqan kir ku bikevin nava tevgerê. Lê belê Japonya û Awûstralyayê diyar kirin ku wê tevlî vê bangê nebin.