Li Lubnanê di nîva şevê de agirbest kete meriyetê. Agirbest di saetên ewilî de bi hevdû sûcdarkirinan şkest. Artêşa Lubnanê ragihand ku Îsraîlê li başûr bi êrîşên topan û bombebaranan gelek caran agirbest binpê kir û bang li sivîlên ji cihên xwe hatine derxistin kir ku nevegerin herêmê.
Hîzbûllahê jî ragihand ku wan leşkerên Îsraîlê hedef girtine û diyar kir ku ev çalakî weke “bersiva li dijî binpêkirina agirbestê” ye.
Xeteriya ku şer car din dijwar bibe, zêde bû. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li aliyan kir ku li gorî peymanê tevbigerin.
Tê diyarkirin ku agirbest ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trump ve hate ragihandin û qasî 10 rojan bidome. Tê ragihandin ku peyman tenê êrîşên hewayî digire nav xwe û artêşa Îsraîlê wê hebûna xwe ya li başûrê Lubnanê bidomîne.
MACRON: LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ AGIRBESTÊ LEWAZ DIKE
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew piştgiriyê dide agirbestê û anî ziman ku liv û tevgera leşkerî ya li qadê, peymana agirbestê lewaz dike.