Li Kerkukê baregeha Heşdî Şeebî hate bombebarankirin
Balafirên şer yên DYA’yê baregeheke hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê bombebaran kir.
Balafirên şer yên DYA’yê baregeheke hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê bombebaran kir.
Êrişên hêzên hewayî yên DYA’yê li ser baregeh û çeperên Heşdî Şeebî li seranserê Iraqê bênavber didomin.
Hate ragihandin ku, balafirên şer yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)hêzên Heşdî Şeebî ya li navçeya Dubiz a ser bi Kerkûkê bombebaran kir.
Hate ragihandin ku êrişî Alaya 2’yemîn ya Tûgaya 61’emîn ya Heşdî Şeebî a li navçeya Dubiz a Kerkûkê hatiye kirin.
Ev çendîn carin hêzên Heşdî Şeebî yên li vê deverê ji aliyê balafirên şer yên DYA’yê ve tên bombebarankirin. Têkildarî ziyanên êrişê, agahiyên zelal bidest neketin.