Li Iraqê û Herêma Kurdistanê seferên balafiran destpê dike

Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku îro li Iraqê û Herêma Kurdistanê seferên balafiran jinûve destpê dike.

Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê seferên balafiran jinûve destpê dike.

Destpêkirina seferên balafiran pêwendiya xwe bi agirbesta du hefteyî ya ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îranê de hate ragihandin ve heye.

Li gorî tê gotin, ji ber girtina qada hewayî ya Iraqê ku 40 rojan dewam kir, nêzî 43 milyon dolar ziyan bi kerta ezmanî ya Iraqê gihaye. Ji vî pereyî jî zêdetirî 14 milyon dolar wê baca ku Iraqê di beramberî bikaranîna ezmanê xwe de werdigirt bû.