Li Iraqê hêzên ewlekariyê dest bi dengdanê kirin
Li Iraqê beriya hilbijartinên parlamentê yên 11'ê Mijdarê ji bo hêzên ewlekariyê dengdana taybet îro destpê kir.
Li Iraqê beriya hilbijartinên parlamentê yên 11'ê Mijdarê ji bo hêzên ewlekariyê dengdana taybet îro destpê kir.
Li gorî nûçeya Iraqi News Agency, dengdanê saet di 4'an de destpê kir û 1.3 milyon leşker û polîs dengê xwe bi kar tînin. Ev hêz wê di pêvajoya hilbijartinê de ji ewlekariya dengdanê berpirsyar bin.
Li Iraqê ji bo hilbijartina Parlamenta ji 329 kursiyan bang li 21 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bînin. Piştî hibijartinê tê payin ku Serokkomarî ji Kurdan, Serokwezîrtî ji Şîa re bê dayin. Hilbijartina Serokwezîrtiyê bi bazariya navbera partiyan û koalîsyonê ve girêdayî ye.
Zêdeyî 7 hezar û 700 namzet di hilbijartinê de tevlî pêşbirkê bûne. Ji jinan re kotaya ji sedî 25 hatiye veqetandin û 90 kursî jî ji komên hindikahî re hatine veqetandin.
Di hilbijartinên 2021'ê de Tevgera lîderê Şîa Muqteda Sadr ku hejmara herî zêde ya kursiyan bi dest xist, lê piştre xwe ji parlamentê vekişand. Bi vî rengî serweriya parlamentê ketibû destê koalîsyona "Çarçoveya Koordînasyonê" ku alîgirê Îranê ye. Vê koalîsyonê jî Serokwezîrê heyî Mûhammed Şiya es Sûdanî kiribû desthilatdar.