Li herêmên cihê nîqaşê ji bo du rojan betlane hate ragihandin

Li gorî biryara Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê, li herêmên cihê nîqaşê ji bo xebatkarên ku dengê xwe bi kar bînin 10 û 11'ê Mijdarê weke betlaneya fermî hate ragihandin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê di derbarê betlaneya dengdanê ya li herêmên bi nakok (herêmên dikevin ser madeya 140) de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê sibe û du sibe (10 û 11’ê mehê) ji bo karmendên Herêmê yên li herêmên bi nakok dengê xwe bi karbînin, betlaneya fermî hatiye ragihandin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo karmendên Herêma Kurdistanê tenê roja Sêşemê (11’ê mehê ku roja hilbijartina giştiye) betlaneya fermî hatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê ye bi tevlîbûna 1 milyon û 340 hezar û 517 dengdêrên ji hêzên ewlekariyê û koçberan pêk tê li tevahî parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya dema 6’an ya Parlementoya Iraqê, di saet 007:00’ê siharê de destpê kiriye. Dengdan wê heta saet 18:00’ê êvarî dewam bike.

Dengdana giştî jî wê di 11’ê mehê de destpê bike.