Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku girtina Kendava Hurmuzê bandoreke cidî li aboriya Îranê kiriye.
Trump li ser hesaba xwe ya dîjîtal Truth Social îdîa kir ku Îran rojane nêzî 500 milyon dolar winda kir û got, “Di aliyê fînansî de hildiweşin.”
AGIRBEST HATE DIRÊJKIRIN, NEDIYARÎ DIDOME
Wextê agirbesta du hefteyî ya bi navbeynkariya Pakistanê navbera DYE û Îranê hatibû destpêkirin, qediya. Trump ragihand ku wî biryara dirêjkirina agirbestê daye. Trump diyar kir ku ev wext wê heya ku Îran pêşniyareke nû pêşkêş bike, dewam bike.
Lê belê, nediyariya muzakereyên navbera aliyan, didome. Îran heya niha tevlîbûna xwe ya ji bo hevdîtinên ku tê plankirin li Pakistanê çêbibin, diyar nekiriye.
JI TEHRANÊ PEYAMA MUZAKEREYA BI ŞERT
Balyozê Îranê Amîr Seyîd Îravanî yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) got, ji bo hevdîtinê nû DYE divê destpêkê dorpêça li ser lîmanên Îranê rake.
Îravanî got, “DYE divê dest ji binpêkirina agirbestê berde. Eger dorpêç were rakirin, dibe muzakere destpê bikin.” Îravanî destnîşan kir ku Îran hem ji bo çareseriya dîplomatîk hem jî şerekî muhtemel amade ye.
JI ÇÎNÊ HIŞYARÎ
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Guo Jiakun jî diyar kir ku rewşa li herêmê ‘qonaxeke krîtîk a navbera şer û aştiyê ye’.
Rêveberiya Pekîn destnîşan kir ku ji bo rageşî zêde nebe, divê hewldanên dîplomatîk bên zêdekirin.