Li gorî Bexda petrola Kerkûkê car din dikare derbasî Tirkiyeyê bibe

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî got, “Piştî girtina Tengava Hurmuzê, emê ji bo hinardekirina neftê ya ji bo Tirkiyeyê, rêya boriya Kerkûk-Tirkiyeyê bikar bînin.”

Wezîrê Neftê (Petrol) yê Iraqê Heyan Ebdulxenî derbarê hinardekirina neftê (petrol), dibêje wan rêyek din ji bo hinardekirina neftê dîtine.

Wezîrê Neftê got, “Piştî girtina Tengava Hurmuzê, emê ji bo hinardekirina neftê ya ji bo Tirkiyeyê, rêya boriya Kerkûk-Tirkiyeyê bikarbînin. Ev yek wê di nava hefteyekê de temam bibe û ev wê bibe sedem ku neft di ser Herêma Kurdistanê re derbas nebe. Beriya niha Iraqê rojane bi qasî 3.4 milyon bermêl nefta xaf bi rêya bendera başur hinarde dikir. Lê piştî girtina Tengava Hurmuz, asta hilberîna neftê ketiye heya 1.5 milyon bermêl.”