Li gel dewamiya şerê Îranê...

Dewletên emperyalîst û hegemonîk ji bilî şer tiştekî nadin gelan. Lê stratejiya "rêya sêyemîn" a ku işaretê pê dike, xwedîderketina gelan a li îradeya xwe destnîşan dike.

ŞERÊ LI ÎRANÊ

Şerê Îranê piştî êrişên hewayî yên ku di çaryeka destpêkê ya sala 2026'an de destpê kir, mehek ji hilweşînê li pey xwe hişt. Di rojên destpêkê yên şer de hate ragihandin ku lîderê olî yê Îranê Alî Xamaney hatiye kuştin. Ev yek bû seedema şokê, lê rejîmê bi piştrastkirina mirina Xamanay re Mucteba Xamaney xist şûna wî. Piştî Xamaney rayedarên payebilind ên weke Alî Larîcanî bi operasyonên taybet hatin kuştin û bi vî rengî mekanîzmaya biryardanê ya rejîma Îranê bû hedef. Lê belê ev hemû windahî li pêşiya dewamkirina kontrola siyasî û leşkerî û dewamiya rejîmê ya amûra dewletê nebû asteng.

Li hemberî baregehên stratejîk ên Îsraîlê û navendên lojîstîkî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li herêmê êrişên bi fuzeyên balîstîk ên giran dewam dikin. Li gel îdîayên "Lêdana li nuqteyê" yên DYE û Îsraîlê jî li Îsfahan, Tebrîz û Şîrazê cihê sivîlan, nexweşxane û dibistan yekser hatin bombekirin. Yek ji van mînakên ku bû sedema nerazîbûnan dibistaneke li Îranê bû ku hate bombekirin. Di vê pêvajoyê de ku bi hezaran sivîlî jiyana xwe ji dest dan, mirina bi sedan zarokî, hilweşîna mirovî ya ji ber êrişan û destwerdana mêtingeriyê ya hêzên Rojavayî li herêmê bi şênberî eşkere bû.

LI GEL ŞIKESTINA LI NAVA NATO'YÊ JÎ SÎSTEMÊN RADARÊ YÊN NÛ LI BAREGEHÊN LI TIRKIYEYÊ HATIN BICIHKIRIN

Bi şerê Îranê de nîqaşa li ser NATO'yê jinûve kete rojevê ku Trump beriya niha dabû destpêkirin. Bi şer re şikestinên stratejîk ên li nava NATO'yê hîn bêhtir şênber bûn. Zexta DYE'yê ku dixwest hevalbendên xwe bikişîne nava şer û binesaziya enerjiyê ya Îranê bi temamî îmha bike, li Ewropayê bi taybetî li nava welatên Fransa, Îngilistan û Spanyayê bû sedem ku bikevin nava lêgerîna stratejiyeke xweser. Îngilistanê bi taybetî di daxuyaniyên xwe yên dawî de got, "Ev ne şerê me ye." Piştî vê daxuyaniyê Trump bi daxuyaniyên xwe welatên Ewropayê kir hedef û hîn jî dike hedef.

Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê de li gel parastina rewşa xwe ya li nava NATO'yê, bi rêya Serokatiya Ragihandinê îdîayên ku dibêje piştgiriya leşkerî û lojîstîkî dide operasyonan red kir û ragihand ku ew giraniyê dide ser ewlehiya sînor. Lê belê di dema şer de parçeyên fuzeyan li Tirkiyeyê jî ket ku hate îdîakirin ku ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin, lê Îranê piştre derewand. Hate nîqaşkirin ku ev yek stratejiya wê yekê ye ku Tirkiyeyê bixe nava şer. Hate eşerekirin ku li baregehên NATO'yê yên li Tirkiyeyê (Kurecîk û Încîrlîk) sîstemên radarê yên pêşketî hatin bicihkirin ku bi rêya wan liv û tevgera fuzeyên balîstîk ên li herêmê bê şopandin û bênavber daneyan bide mertala parastina hewayî ya Îsraîlê. Her wiha hate gotin, bataryayên parastina hewayî "SAMP-T" û "Patriot" ên nifşê nû jî bi heman armancê li baregehên navborî hatin bicihkirin. Serokatiya Ragihandin û çavkaniyên ji Wezareta Parastinê ya Mîllî îdîa kirin ku ev veguhestin bi temamî ji bo "Parastina baskê başûrrojhilat ê NATO'yê" û "Zêdekirina hunera hişyariya pêşwext" hatiye kirin. Lê belê li gel van daxuyaniyan jî vê gavê kir ku rageşiya li herêmê zêde bibe û Tirkiyeyê bike navendeke lojîstîkî ya yekser a şer.

RÊVEBERIYA TRUMP Û REWŞA XITIMANDÎ YA ŞER A DYE'YÊ

Her ku asta leşkerî ya şer kûr bû, girêka kor a ku rêveberiya Donald Trump ketiye nav bi dengekî hîn bilind hate nîqaşkirin. Li gorî analîzên li rojnameyên New York Times û Washington Postê, rêveberiya Trump plan kir ku şer bi rengekî 'destwerdaneke cerrahî' yan jî 'guhertina rejîmê' ya bi lez bimeşîne, lê belê berxwedana li qadê û bersiva Îranê ya bi fuzeyên balîstîkî şensê 'derketina bi rûmet' a ji şer ji destê DYE'yê wergirt. Di nûçeyan de ku li gorî agahiyên ji hin rayedarên payebilind ên li nava Pentagonê hatin amadekirin, li gel ku Trump bi soza 'qedandina şer' hate ser desthilatdariyê, di vê rêyê de ku bi zexta Îsraîlê bi rê ket, bilêta vegerê ji zûdeyî şewitand û di nava çiravê de çikiya ye. Bi taybetî bendewarî ew bû ku piştî sûîqesta Xamaney rejîm hilweşe, lê belê xeta parastinê ya ku li dora Mucteba Xamaney civiya, senaryoya 'serketina bi lez' a ku DYE'yê plana wê kiribû, têk bir. Zanyarên siyasetê diyar dikin ku Trump di navbera protestoyên li dijî şer ên li nava raya giştî ya navxweyî û daxwazên leşkerî yên Îsraîlê ku dawî li wan nayê asê maye, ev rewş zerareke mezin dide îmaja lîderiya global a DYE'yê û Qesra Spî êdî bi rengekî ku ji stratejiya derketinê bêpar tenê asta êrişan zêde dike û bi vî rengî hewl dide bi ser bikeve.

ŞER LI SÊ ENIYAN DEWAM DIKE

Li aliyê din şer tenê li Îranê nema. Şerê ku di asta herêmî de berfireh bû bi destwerdana hevdemî ya Hîzbûllah a Lubnanê û Ensarûllah (Hûsî) yên li Yemenê re sînorê xwe berfireh kir. Rageşiya bi kontrol a li xeta Lubnanê ku demeke didrêj dewam dikir, piştî ku Hîzbûllahê li bakurê Îsraîlê li ser navendên lojîstîkî û baregehên leşkerî dest bi operasyonên bejahî yên berfireh û êrişên bi fuzeyên pêşketî kir, veguherî şerekî topyekûn. Li gorî raporên ji qadê yên li Al Jazeera û Le Monde hatin weşandin, ev gava Hîzbûllahê zeareke cidî da sîstema parastinê ya Îsraîlê û neçar hişt ku artêş beşeke xwe ya girîng ber bi eniya bakur ve bibe.

Di heman demê de destwerdana ji Yemenê hat, trafîka deryayê ya global a li Derya Sor gihand asta rawestînê. Ensarûllah ragihand ku wan bi fuzeyên balîstîk û droneyên kamîkaze keştiyên stratejîk ên hêzên deryayî yên DYE'yê yan jî yên diçin bendergehên Îsraîlê kirine hedef. Daneyên ku ji aliyê ajansên Reuters û Financial Times ve hatin weşandin piştrast dikin ku Tengava Babulmendep di pratîkê de veguheriye "Herêmeke Qedexekirî", vê yekê qutbûneke mezin di zincîra tedarikê ya global de kiriye û buhayê enerjiyê gihandiye asta rekorê.

ŞIKESTINA LI BINESAZIYA ABORÎ YA GLOBAL Û ENERJIYÊ

Bandora giran a şer a li ser korîdorên enerjiyê, aboriya cîhanê ji krîza petrolê ya salên 1970'î girantir gihandiye ber hilweşînê. Raporên berfireh ên ji aliyê Financial Times ve hatin weşandin radixe pêş çavan ku bêkêrbûna zêdeyî rêjeya ji sedî 60 a binesaziya hilberîna petrolê ya Îranê û veguherîna Tevgava Hurmuzê weke xeteke şer, zincîra tedarikê ya global tevizandiye. Buhayê warîlek petrolê gihîşt asta 120 dolarî. Vê yekê rîska hîperenflasyonê li bazarên Ewropa û Asyayê zêde kir ku welatên van herêman bi giranî bi kirîna enerjiyê girêdayî ne.

Bloomberg û Reutersê jî ragihandin ku rawestîna trafîka tankeran a li Kendava Basrayê ne tenê li enerjiyê her wiha zerareke mezin daye veguhestina madeya xav û xurekê ya global. Piştî ku şîrketên sîgortayê herêm weke 'Herêma şer a bi rîska bilind' pênase kirin, buhayê nawlûn (berdêla ji seferên deryayî têne wergirtin) gihîşt asta astronomîk û resesyona global êdî ji rewşa pêşdîtinê wêdetir veguherî rastiyeke şênber. Li gorî ekonomîstan, eger şer bi vê lezê dewam bike valahiya li pêwîstiya enerjiyê wê ne tenê buha zêde bike, her wiha wê bike ku li cîhana Rojavayî hilberîna enerjiyê jî bisekine û veguhere krîzeke sîstemê ya ku tevlîheviyên civakî bi xwe re bîne.

SENARYOYÊN LI SER FELAKETÊN STRATEJÎK

Di vê qonaxê de ku şer mehek li pey xwe hiştiye, senaryoyên paşerojê yên li medya global êdî ji serketineke bi lez wêdetir li ser wê yekê ne ku berxwedêriya rejîmê ya nedihat texmînkirin û şer wê veguhere girêkeke herêmî. New York Timesê di analîza xwe ya dawî ya Nîsana 2026'an de destnîşan kir ku sûîqesta Xamaney ji hilweşandina rejîmê wêdetir baskên leşkerî û sivîl hîn bi radîkalî li dora Mucteba Xamaney û fermandariya Muxafizên Şoreşê civand. Li gorî rojnameyê otorîteya navendî hilneweşiya ye, berevajî vê yekê bi doktrîna "parastina topyekûn" dikeve demeke welê ku bi rengekî hîn sofîstîke asîmetrîk êriş li hedefên Îsraîlê û DYE'yê bike û van êrişan zêde bike.

Di pêşdîtina Wall Street Journalê de ku xwe dispêre çavkaniyên Pentagonê, şer ji sînorên Îranê derbas bûye û veguheriye senaryoyeke "şewata herêmî" ya mezin ku Lubnan, Sûriye û Iraq jî xistiye nava xwe û vê rewşê hêzên Rojavayî xistiye nava rewşeke xitimandî ya stratejîk a ku maliyeta wê bilind e û dema wê nediyar e. Financial Timesê jî diyar kir ku gefa herî mezin a dema nêz ew e ku Îran polîtîkaya xwe ya "sebir a stratejîk" biterikîne û qerta xwe ya nukleerî weke amûreke parastinê ya dawî dîne holê û ev yek jî wê di nava sîstema global de bibe sedema krîzeke ewlekariyê ku vegera ji wê nîne. Rojname di wî fikrî de hevpar in ku eger rêveberiya Trump di vê biryarê de israr bike wê ne tenê herêm nearam bibe, di heman demê de bibe sedema senaryoyeke "felaketa stratejîk" ku şikestina li nava NATO'yê mayinde bike.

NE DESTWERDANA DERVE NE JÎ REJÎMA ZORDAR

Di dawiya dawî de ku dawiya meha Adara 2026'an ji Îmraliyê hate dayin û ji aliyê DEM Partiyê ve ji raya giştî re hate eşkerekirin, Rêber Apo qonaxa heyî ya şerê global ê li dora Îranê weke "hesabpirsîna dîrokî" pênase kir û işaret bi sê nêzîkatiyên bingehîn kir. Li gorî Rêber Apo nêzîkatiya destpêkê destwerdana emperyalîst e ku DYE û Îsraîl serkêşiyê jê re dike û dixwaze herêmê bi mejiyekî mêtingeriyê jinûve dîzayn bike. Nêzîkatiya duyemîn jî dewletperestiya statukoparêz e ku rejîma Îranê temsîla wê dike, îradeya gelan tine dihesibîne û tenê dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Rêber Apo anî ziman ku herdu hêz jî gelên Rojhilata Navîn dixe nava zexteke bi xwîn û çareserî jî bi rengê "Rêya Sêyemîn" formule kir. Ev jî bi vî rengî vegot: "Nêzîkatiya sêyemîn jî xeta jiyana hevpar û demokrasî ye ku em bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê diparêzin. Bûyerên li Îranê diqewimin girîngî û mafdariya pêvajoya ku em li Tirkiyeyê dimeşînin careke din radixe pêş çavan."

Ev daxuyanî ku diyar dike; Kurd, Fars, Azerî û Belûc ên li cografya Îranê divê xwe nespêrin destwerdana derve û li kêleka rejîma zordar jî nesekine, destnîşan dike ku hêza esasî wê bi avakirina meclîsên xwerêveberî û xweparastinê yên gelan derkeve holê. Ev nêdzîkatiya sêyemîn bi rengekî stratejîk destnîşan dike ku kaosa li Îranê tenê bi yekîtiya demokratîk a gelan dikare veguhere aştiyeke mayinde.