Li dijî baregehên Sûriyeyê yê nêzî sînorê Iraqê êrîşa bi dronan

Artêşa Sûriyeyê, ragihand ku hin baregehên wan ên leşkerî ku li rojhilatê welêt nêzî sînorên Iraqê ne, serê sibehê rastî êrîşên bi dronan hatine.

Artêşa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, ragihand ku hin baregehên wan ên leşkerî li rojhilatê welêt li nêzî sînorê Iraqê bûne hedefa êrîşên bi dronan.

Artêşê, diyar kir ku êrîş îro sibehê pêk hatiye û baregehên hatine hedef girtin dikevin rojhilatê welêt.

Rêveberê Şamê, da zanîn ku ew piştî êrîşê vebijarkên bersivdayînê yên muhtemel dinirxînin. Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got, “Her êrîşek a li ser axa Sûriyeyê dê bê astengkirin.”

Her wiha Sûriye, duh jî ragihandibû ku wan êrîşeke li ser baregeheke DYE ya li bakur rojhilat têk biriye.