Li dijî Baregeha Hewayî ya Ayn el- Esadê hewla êrîşê
Droneya ku xwest Baregeha Hewayî ya Ayn el-Esad hedef bigire, ji aliyê pergala parastina hewayî ya baregehê ve hate xistin.
Droneya ku xwest Baregeha Hewayî ya Ayn el-Esad hedef bigire, ji aliyê pergala parastina hewayî ya baregehê ve hate xistin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê têkildarî hewla êrîşê ya li ser Baregeha Hewayî ya Ayn el-Esaê daxuyaniyek da. Wezaretê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku IHA’yeke ku dixwest baregehê hedef bigire, ji aliyê radarê ve hatiye tespîtkirin, piştre ji aliyêpergala parastina hewayî ve hatiye îmhakirin û tu zirarên madî pêk nehatine.
Wezaretê diyar kir ku baregeh girêdayî Wezareta Parastinê ye û hemû persolnelên li baregehê ji leşkerên Iraqî pêk tê.
Şerê ku ev 39 roj in di navbera Îran-Îsraîl û DYE’yê de berdewam dike, belav bûye herêmê. Di nava van 39 rojan de li dijî Herêma Kurdistanê 684 êrîş pêk hatine, hin kesan jiyana xwe ji dest dane û zirarên madî çêbûne.