Li Bexdayê bi fuzeyan êrîşî Televîzyona Îtîca hate kirin
Hate ragihyandin ku bi muşekan êrişî avahiya Qelana Televîzyona Îtîcayê hatiye kirin.
Hate ragihyandin ku bi muşekan êrişî avahiya Qelana Televîzyona Îtîcayê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku li paytexta Iraq Bexdayê bi muşekan êrişî avahiya Televîzyona Îtîca ya ser bi Îranê hatiye kirin.
Qenala Îtîca ji aliy Ketîbeya Hîzbûlahê ve tê piştgirîkirin. Ji sala 2012’an ve weşanê dike. Bi zimanê Îngilîzî weşanê dike û navenda wê li Beyrutê bû. Berî niha sala 2018’an ji ber krîzên aborî weşana wê hatibû sekinandin û piştre careke din dest bi weşana xwe kir û navenda xwe anîbû Bexdayê û raste rast ji Tehranê tê birêvebirin.