Li Bexdayê bi baregeha leşkerî ya Iraqê bû hedefa êrişa bi fuzeyê
Baregeheke leşkerî ya Iraqê ya li Bexdayê bû hedefa êrişa bi fuzeyê. Di êrişê de xisar li balafireke veguhestina leşkerî ya artêşa Iraqê bû.
Baregeheke leşkerî ya Iraqê ya li Bexdayê bû hedefa êrişa bi fuzeyê. Di êrişê de xisar li balafireke veguhestina leşkerî ya artêşa Iraqê bû.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh bi şev bi fuzeyan êrişî navenda baregeha hewayî ya Şehîd Ela ku beşeke ji balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê hate kirin. Hate zanîn di encama êrişê de balafirek veguhestina leşkerî ya Iraqê ya cureyê (An-32B Cline) zirar ditiye û têk çûye.
Şaneya Teknîkî ya Iraqê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Şaneyê jî êriş û têkçûna balafira Iraqê piştrast kir.
Li gorî şaneyê êriş li ser Navenda Piştgiriya Dîplomatîk a Amerîkayê ya nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê: “Hêza Asmanî ya Iraqê xwediyê 6 balafirên An-32B Cline ku bihayê her yekê nêzîkî 15 mîlyon dolare. Ev firoke di veguhastina leşkerî de tê bikaranîn. Ev firoke li herêmên çiyayî û di rewşa hewaya germ de pir bi hêz kar dike. Ev balafir dikare heta bilindahiya 4 hezar û 500 metreyan û di germiya 55 pileyan de bifire.’’