Li Besrayê depoya neftê hate hedefgirtin
Li bajarê Besra yê Iraqê bi droneke bombebarkirî êrişî depoyeke neftê hat kirin û şewat derket. Têkildarî ziyanên canî agahî nehatin bidestxistin.
Li bajarê Besra yê Iraqê bi droneke bombebarkirî êrişî depoyeke neftê hat kirin û şewat derket. Têkildarî ziyanên canî agahî nehatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku vê sibehê li parêzgeha Besra ya Iraqê, bi dronek bombebarkirî êriş li ser yek ji depoyên neftê ku ji aliyê kompanyayek biyanî ve tê hilberandin, pêk hat.
Hat gotin ku piştî êrişê şewat derketiye, tîmên agirkuj ji bo kontrolkirina şewatê çûne cihê bûyerê.
Hate diyarkirin ku heta niha têkildarî ziyanên canî ti agahiyek zelal nîne.
Li aliyê din jî hat diyarkirin ku li gundê Şîrîxana yê Mûsilê ku şêniyên wê Tirkmen in, êrişek asîmanî li ser depoyeke pitatan çêbûye, lê ti ziyanên canî çênebûne.