Li Besrayê agir bi depoyeke petrolê ket: Kesek mir, 25 birîndar bûn

Li bajarê Besra yê Iraqê agir bi depoyeke petrolê ket, karkerek jiyana xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûne.

Li gorî medyaya Iraqê, danê siharê depoya petrolê ya Zubair-1 ya li parêzgeha Besrayê teqiyaye û piştre jî agir pêketiye.

Hat ragihandin ku di bûyerê de karkerek jiyana xwe ji dest daye û 25 jî birîndar bûne.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî bûyerê tîmên agirkuj gihiştine cihê bûyerê, lê heya niha jî agir nehatiye kontrolkirin. Xebatên vemirandina agir didomin.

Têkildarî teqînê jî hîna ti daxuyanî nehatine dayîn.