Li Başûrê Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 13 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li başûrê Lubnanê di êrişên roja Sêşemê de leşkerek, zarokek û du wezîfedarên parastina sivîl jî di nav de 13 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku li herêmên başûr ên Lubnanê roja Sêşemê di êrişên Îsraîlê de bi giştî 13 kes mirin. Li gorî daxuyaniya wezaretê, li bajarê Nabatiyeyê du jê wezîfedarên parastina sivîl 5 kes mirin.

Wezaretê ragihand ku li derdora Cebhitê jî di êrişeke din de leşkerekî welatiyekî Sûriyeyî jî di nav de 4 kes mirin. Li bajarê Bint Cibelê di êrişa sêyemîn de jî yek jê zarok û yek jê jin bi giştî 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

JI AGIRBESTÊ Û VIR VE 380 KES HATIN KUŞTIN

Li gel agirbesta navbera Îsraîl û Hîzbûllahê ku 17'ê Nîsanê kete meriyetê, êriş li ser sînor dewam dikin. Di nava şertên agirbestê de ku ji aliyê Washingtonê ve hate eşkerekirin, mafê Îsraîlê yê li hemberî "gefên nêz" hatibû destnîşankirin ku bikeve nava liv û tevgerê.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nassereddine di civîna çapemeniyê de ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 380 kesî jiyana xwe ji dest dan, 1.122 kes jî birîndar bûn. Rayedarên wezaretê diyar kirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dan 39 jê jin, 22 jî zarok bûn.