Li Îsraîlê ‘’pêşniyarnameya darvekirinê’’ wê ji parlametoyê re were pêşkêşkirin

Komîteya Ewlehiyê ya Knesset a Parlamentoya Îsraîlê, pêşniyarnameyeke ku darvekirina girtiyên Filistînî raber dike, erê kir. Pêşniyarname wê roja Çarşemê li parlamentoyê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin.

Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Knesset a di bin serokatiya Zvika Fogel de, pêşnûmeqanûneke ku darvekirina failên êrîşên ‘’terorî’’ raber dike, di xwendina yekem de erê kir. Pêşnûmeqanûn ji aliyê partiya Otzma Yehudit ve hate pêşkêşkirin. Pêşnûma wê roja Çarşemê li parlamentoyê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin.

Her wiha li gorî reformê cezayê darvekirinê wê ne ji aliyê dadgeha leşkerî bi yekîtiya dengan were birîn. Cezayê darvekirinê wê bi piraniya jirêzê were birîn û wê kêmkirina cezayekî darvekirinê yê teqezbûyî qedexe be.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Itamar Ben-Gvir bi zimanekî eşkere parastina vê pêşniyarnemayê kir û ev yek anîn ziman: ‘’Mafê kesên ku kur û keçm me kuştine, destdirêjiya wan kirine û ew revandine nîne ku çavê rojê bibînin û divê ew werin darvekirin.’’

Li gorî çapemeniya Îsraîlê nîqaşên li parlamentoyê, wê hem  ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê rêbaza dengdanê ve dijwar bin.

Ger pêşnûma ji aliyê Desteya Giştî ya Meclîsê ve were qebûlkirin, wê ji komîteya pispor re wereşandin û  ger komîte jî erê bike, ji bo ku bibe qanûn wê bikeve meriyetê.