‘Li Îsraîlê di tesîseke nukleer de xebatên înşaeta nû’

Li gorî nûçeya Associated Press (AP) dîmenên peykê nîşan didin ku li Navenda Lêkolînê ya Nukleer a Shimon Peres xebatên înşaeta avahiyeke mezin bi lez bûne.

Tesîsa navborî, ev demek dirêje di hedefa gumanên navneteweyî yên têkildarî bernameya nukleer a leşkerî ya Îsraîlê de ye.

Pispor diyar dikin ku ji ber ku tesîsên sivîl li înşaetê nînin, dibe têkildarî kapasîteya nukleer a Îsraîlê be.

Hin pispor îdîa dikin ku ji ber mezinahiya avahiyê û çêkera xwe ya pir qatî, dibe ku înşaeta reaktoreke avê ya giran be; reaktorên wiha materyalên ji bo hilberandina plutonyum û çekên din ên nukleer dikare çêbike.

Li gorî nûçeyeke I24News’ê pisor dibêjin ku xebatên wir dibe têkildarî navendeke montajê ya çekên nukleer a nû be. Lê belê tê destnîşankirin ku ji ber ku dîmen hîna tam zelal nînin, ne mimkune mirov encamek teqez jê derxîne.

Îsraîl bi fermî piştrast nake ku xwedî çeka nukleer e, lê li gorî çavkaniyên derve welêt weke yekane hêza nukleer a Rojhilata Navîn tê qebûlkirin.