Li Îranê zext didomin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dehan malbatên qurbaniyên xwepêşandanan ji ber daxwaza dadperweriyê ru bi rûyê binçavkirin, êşkence, gef û girtinê dimînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA têkildarî berdewambûna êriş û gefên desthilata Îranê li ser jinan û malbatên qurbaniyên xwepêşandanên li welat, raporek belav kir.

Hate diyarkirin ku Mîna û Semîra Koçkî, du xwişkên ku di xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve her yek bi pênc sal cezayê girtîgehê hatine mehkûmkirin û niha di beşa jinan a Girtîgeha Evînê de ne.

Di heman raporê de hate ragihandin ku yek ji binçavkiriyên xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Perniyan Haşîmpûr jî bi pênc sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

HRANA da zanîn ku hêzên Îranê, xwişk û birayek bi navên Kejal û Danyal Rehmanî ku ji malbatek daxwazkarên edaletê ne, li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin. Di heman demê de bi ser mala Nûşîn Mehmûdî de girtine ku ew dayika yek ji qurbaniyên xwepêşandanên sala 2019’an e.