Li Îranê zêdeyî 3 hezar kes hatin binçavkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka şer ve, zêdetirî 3 hezar welatî, ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa gelek ji wan nediyare.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka şer ve, zêdetirî 3 hezar welatî, ji aliyê Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa gelek ji wan nediyare.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê Îranê ve raporek belav kir.
Li gorî raporta rêxistinê, bi destpêkirina şerê navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê re, dewleta Îranê heta niha herî kêm 3 hezar û 464 welatî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê binçav kirine. Ji vê hejmarê, 767 kes piştî ragihandina agirbesta navbera Emerîka û Îranê hatine binçavkirin.
Li gorî raporê çarenûsa gelek kesan nediyar e, malbat nizanin ka xizmên wan li ku derê têne ragirtin û rewşa dozên wan di çi astê de ye.
Beriya niha Wezareta Îstîxbarata Îranê li xwe mikur hatibû ku polîs, asayîş û Pasdarên Şoreşê di girtina van kesan de rol lîstine. Her wiha hatibû ragihandin ku dozgeriya giştî û saziyên dadwerî berpirsê fermanên van girtinan in.