Li Îranê xetereya darvekirinê li ser 22 girtiyên siyasî heye

Piştî darvekirina 2 girtiyên siyasî li Girtîgeha Qezenhesarê, 22 girtiyên din ên siyasî bi êşkenceyê ji girtîgehê hatin derxistin û birin cihekî nediyar e. Metirsiya darvekirinê li ser girtiyan heye.

Malpera dengê girtiyên Kurd û Îranê di derbarê rewşa 22 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qezelhesar a bajarê Kerec ya Îranê de agahiyan parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku 22 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qezelhesar a bajarê Kerec dibin êşkenceyê de ji girtîgehê hatine derxistin û birine cihek nediyar.

Hate gotin beriya ku pêşwext agahî bidin, efserên girtîgehê bi ser beşa çar a girtîgehê de girtine, dibin êşkenceyê de 22 girtiyên siyasî ji girtîgehê derxistine.

Her wiha hate diyarkirin ku veguhestina girtiyên siyasî ji bo hucreyên takekesî yan jî cihek nediyar fikarên li ser bicihanîna cezayê darvekirina girtiyan zêdetir dike. Hatiye diyarkirin ku niha gelek girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn, li girtîgeha Qezalhesar a Kerec’ê de tên ragirtin.

Hêjayî gotinê ye doh cezayê bidarvekirinê yê her du girtiyên siyasî Ekber Daneşwerkar (60) ê ji Tehranê û Mihemed Teqewî Sengdehî (59) ê ji Amollê, li Girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê bi dizî hatine bidarvekirin. Ev her du girtiyên siyasî ku di sala 2023’yan de hatibûn girtin, bi îdiaya “serhildanê” ya bi rêya endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel, cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn. Li gorî nûçeya Ajansa Mîzanê, bi îdîayên wekî “beşdariya di çalakiyên terorî de”, “hilberîna madeyên teqîner”, “avakirina komên neqanûnî” hatibûn sûcdarkirin.