Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 319 kes hatin binçavkirin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê îro 319 kes kes hatin binçavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê îro 219 kes bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin.

Hate gotin ku di dema binçavkirinê de tundî hatiye bikaranîn.

Li gorî daxuyaniyê ew kes bi hinceta belavkirina ‘nûçeyên ne rast, têkdana raya giştî û wêne kêşana cihên hatine bombebarankirin’ hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê ev welatî hemû jî li bajarên Tahran, Xuzistan, Meraxe, Luristan, Buşeir, Xorasan, Rezewî, Faris û Urmiyeyê hatine binçavkirin.