Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser bîlançoya êrişên 24 saetên dawî yên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yên li ser bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.
Li gorî vê yekê, di nava 24 saetên bihurî de li 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 243 êriş pêk hatin. 36 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û navendên enerjiya atomî yên Îranê hatine hedefgirtin.
Her wiha di encama êrişên 24 saetên bihurî yên DYE û Îsraîl yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 31 sivîl jî birîndar bûne.
Li gor heman agahiyan, herî zêde êriş li Tehran, Elborz, Sîstan û Belûçistan, Şîraz, Esfehan, Fars, Kerec, Bender Ebas, Erak, Qum, Kirmaşan, Hemedan, Tewrêz û Ehwaz çêbûne.
Her wiha hatiye diyarkirin ku ji despêka şer ve (28’ê Sibatê) hezar û 351 sivîl mirine û di nava wan de 207 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.