Li Îranê û Rojhilat 36 welatî hatin kuştin

HRANA'yê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 138 jî birîndar bûn.

Şerê navbera Îran-Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di roja 25'emîn de ye. Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 24 saetên dawî ya şer eşkere kir.

Li gorî rêxistinê di nava 24 saetên dawî de, li 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 279 êriş pêk hatin.

Hate gotin di êrişan de 46  baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, bîrên petrole û çavkaniyên bin erd yên atomî hatine hedef girtin.

Hate gotin di nava 24 saetên bihurî de, di encama êrişan de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 138 welatiyên din jî birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, piraniya êrişan li ser Tahran, Elburz, Esfehan, Bender Ebas, Qum, Buşehir, Tewrêz û Kendava Fars pêkhatine.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên ne fermî, ji roja şer destpêkirî heya doh hezar û 443 welatî mirin. Jivê hejmarê tê gotin 217 zarokin.

Herwiha hezar û 167 endamên hêzên ewlekarî û leşkerî jî hatin kuştin.