Li Tehranê ku nifûsa wê 10 mîlyon e, ji neh mehan ve baran nebariye, bendav hema hema vala bûne û di havînê de gelek caran ava vexwarinê hatiye qutkirin.
Lê belê li gorî pisporan, pirsgirêk ne tenê bi paytextê re sînordar e; beşeke mezin a welat bi metirsiya çolbûnê ya di asteke bilind de rû bi rû ye.
PAYTEXTA NÛ WÊ LI KU BE?
Pezeşkiyan got ku ew li peravên Kendava Basrayê, li herêmekî hemberî Dubaiyê, ji bo paytexteke nû difikirin.
Li gorî medya Swîsreyî RTS, dîroknas Jonathan Piron diyar kir ku ev raman ne nû ye, lê "çareseriyeke demkurt e ku zêde bi teknolojiyê bawer e." Polîtîkayên bendav û veguheztina avê yên ji salên 1980’yî û vir ve hatine sepandin, ne çareseriyeke mayînde afirandine, berovajî wê, wêrankirina ekolojîk kûrtir kirine.
PIRSGIRÊK SIYASÎ YE
Prof. Eli Nazemi ji Zankoya Concordia ya Montrealê diyar kir ku pirsgirêk ne teknîkî, lê siyasî ye: "Pirsgirêka avê êdî bûye mijareke ewlekariya neteweyî. Xemsariya bi dehan salan, felaketa îro afirand."
Nazemi anî ziman ku ji ber cezayên navneteweyî û tecrîdkirina Îranê, welat nikarîbû veberhênanên domdar bike û çavkaniyên avê bi şaşî hatine birêvebirin.
HÊRSA GEL ZÊDE DIBE
Qeyrana avê di hundirê welat de bêîstîqrariya siyasî jî geş dike. Di sala 2021’an de li Îsfehanê protestoyên li dijî ziwabûna çeman dest pê kirin, îsal jî ev protesto li bajarên wekî Şîraz û Tehranê belav bûn. Li gorî Piron, gel li hemberî wêrankirina jîngehê ya zêde dibe, qeyrana aborî û zordariyê, "hêrseke mezin a li dijî rejîmê" ava dike.
HEKE QEYRANA AVÊ NEYÊ ÇARESERKIRIN…
Ev rewş di siyaseta derve de jî deng vedaye. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi gotineke tinazker diyar kir: "Heke gelê Îranê bi ser bikeve û rejîmê hilweşîne, em amade ne pisporên xwe yên paqijkirina avê bişînin."
Pispor hişyarî dikin: Heke Îran nikaribe qeyrana avê çareser bike, hilweşîna jîngehî û siyasî neçarî dibe.