Li Îranê kesekî din hate darvekirin

Li Îranê Ali Zohrabi yê 34 salî hate darvekirin. Cezayê darvekirinê bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" a piştî nîqaşa bi polîsekî trafîkê lê hatibû birîn.

Hate ragihandin ku Ali Zohrabi yê 34 salî ku li girtîgeha Kaşanê ya li eyaleta Îsfahanê ya Îranê dihate ragirtin, hate darvekirin. Darvekirin di 16'ê Nîsanê de pêk hat.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatin parvekirin, Zohrabi piştî nîqaşa bi polîsekî trafîkê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku piştî nîqaş û gengeşiyê polîs jiyana xwe ji dest da, li ser vê yekê bi sûcdariya "kuştina bi zanebûn" hate darizandin.

Dadgehê li gorî qanûna "kiasa" (bersivdanê) ya li sîstema hiqûqê ya Îranê cezayê darvekirinê li Zohrabi birî. Zohrabi ku bavê zarokekî bû diyar kir ku biryar ne bi rêya fermî lê bi rêya çapemeniyê hîn bû.

Du rêxistinên civakî yên sivîl Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) a ku navenda wê li Norwêcê ye û Li dijî Cezayê Mirinê ya ku navenda wê li Parîsê ye roja Duşemê bi daxuyaniyan ragihandin ku rayedarên Îranî di sala 2025'an de herî kêm 1.639 kes darve kirin û ev yek ji sala 1989'an û vir ve hejmara herî zêde ye.