Li Îranê kesek din jî hate darvekirin

Dewleta Îranê vê siharê li Îsfahanê Irfan Kiyanî bi darve kir.

Li gorî Malpera Nûçeyan a Mîzan ku ser bi saziya dadweriya Îranê ye, danê siharê Irfan Kiyanî ku tevlî xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bibû hatiye darvekirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku biryara derxistin û bicihanîna cezayê darvekirina Irfan, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pejirandin.

Hat diyarkirin ku ji roja şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê destpê kirî û heya niha, 20 kes hatine darvekirin.