Li Îranê jinek hate kuştin, 2 aktîvîstên jin hatin binçavkirin

Li Îranê 2 aktîvîstên jin hatin binçavkirin, jinek jî hate kuştin.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di derbarê zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li ser jinên çalakvan de agahiyên nû parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Tehranê jina bi navê Persto Rebîe (22) bêyî fermana dadwer dibin êşkenceyê de hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Qerçek hat veguhestin.

Li navçeya Nezer Abad ya ser bi parêzgeha Elborz jî jina çalakvan Emîne Qasim Zade li gel kurê xwe yê temen 15 salî (Aryo Meşrafî) bêy fermana dadwer hat binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Her wiha hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Esfehanê jî jina bi navê Fatma Ebasî berî du mehan di dema xwepêşandanan de ji ber gulebarana hêzên Îranê birîndar bibû, piştî du mehan ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.