Li Îranê êrîşa li ser protestoya Beluc: 7 jin birîndar bûn, 6 kes hatin binçavkirin
Hêzên rejîma Îranê bi awayekî tund destwerdanê li ser protestoya xelkê Beluc kir, 7 jin birîndar bûn û 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin.
Hêzên rejîma Îranê bi awayekî tund destwerdanê li ser protestoya xelkê Beluc kir, 7 jin birîndar bûn û 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin.
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê ragihand ku hêzên rejîma Îranê bi tundî bi ser çalakiyek nerazîbûnê ya niştecihên gundekî li ser sînorê parêzgeha Kermanê de girtin.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de herî kêm 7 jinên Belûç birîndar bûne, her wiha şeş welatiyên Belûç ku sê ji wan jinin, hatine binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatine birin.
Her wiha li gorî dîmenên vîdyoyî yên ku di tevnên medya dijîtal de hatine belavkirin, tê dîtin ku hêzên çekdar ên rejîma Îranê bi karanîna dar û kêran êrişî ser jinên çalakvan dikin û êşkence dikin.
Kana Kromîtê (Chromite) ya li gundê Pişmûkê yê ser bi navçeya Faryabê ya li sînorê parêzgeha Kermanê ya Îranê, yek ji herêmên naskirî û dewlemend ên kromîtê ya li başûrê Kermanê ye. Kromît madeya sereke ya hilberîna metalê kromê ye û di pîşesaziya hesin, pola û madeyên dij-germî de tê bikaranîn.
Ew kana kromîtê roleke girîng di dabînkirina firsendên kar û çalakiya aborî ya herêmê de dileyîze, ji ber wê yekê jî ji ber nedamezrandin û taybetnekirina karan ji bo niştecihên herêmê, her dem bûye cihê nerazîbûna karker û gel.
Niştecihên herêmê û bi taybetî hejmarek ji jinên Belûç, ji bo roja duyemîn a çalakiyê li hev kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman ku xelkê deverê ji qezancên wê bêpar hatine hiştin. Ew daxwaza şefafiyet û hesabpirsînê ji berpirsan dikin. Zext û gefên rejîma Îranê yên li ser netewên cuda yên li Îranê dijwartir bûye. Di heman çarçoveyê de sê welatiyên Kurd hatin binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatin birin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku Mistefa Pîrotî yê 51 salî ku xelkê Pîranşarê ye û li Mehabadê dijî, ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer û bi karanîna tundiyê li pêşiya mala xwe hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Îdareya Îtîlaata Urmiyeyê hat veguhestin. Piştre mala wî jî hate lêgerîn û telefona wî hate desteserkirin.
Heman raporê de hate diyarkirin ku hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê bi ser mala çalakvan Elî Şukrî de ya li bajarê Bokanê de girtine û bêyî fermana dadawer hatiye binçavkirin. Her wiha Eşkan Abixo jî li cihê karê xwe ku berberxaneyek li bajarê Seqizê rêve dibe, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ve hatiye binçavkirin. Her du jî ji bo cihekî nediyar hatine birin.
Tora Mafên Mirovan da zanîn ku malbatên van her sê welatiyên Kurd gelek caran serdana navendên ewlehî û dadweriyê kirine, lê heta niha nekarîne ti zanyariyan li ser sedemên girtina wan yan jî tohmetên ku bi ser wan hatine sepandin, bi dest bixin.
Heta niha li ser cihê girtin û rewşa wan a niha ti zanyarî bi dest neketine.