Li Îranê ciwanekî din hate darvekirin

Elî Fehîmî yê 26 salî ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Kesekî din ê ku tê gotin tevlî çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê bûye, bi sûcdariya "Hewldana êrişa li ser navendeke leşkerî" hate darvekirin. Doh jî du ciwanên xwepêşandêr hatibûn darvekirin.

Li gorî medya îranê, cezayê darvekirinê yê li Elî Fehîmî yê 26 salî hatibû birîn, îro bicih hate anîn. Rojnewsê jî di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe spart çavkaniyan, Fehîmî di dema çalakiya şermezarkirinê ya meha Kanûnê de bi hinceta ku ketiye depoyeke çekan hate darizandin û bi sûcdariya "hewldana êrişê ya li ser navenda leşkerî" hate mehkûmkirin.

Li aiyê din, doh jî du xwepêşandêr Mihemed Emîn û şahîn Wehîd Persit hatibûn darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku tê payin ji heman dosyayê kesekî din rojên pêş bê darvekirin.