Li Îranê ciwanekî 18 salî hate darvekirin
Amirhossein Hatami ku têkildarî xwepêşandanên şermezarkirinê yên meha Çileyê li Îranê hate darizandin, hate darvekirin.
Amirhossein Hatami ku têkildarî xwepêşandanên şermezarkirinê yên meha Çileyê li Îranê hate darizandin, hate darvekirin.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ku girêdayî Artêşa Muxafizên Şoreşa Îranê ye, ragihand ku ciwanê 18 salî yê bi navê Amirhossein Hatami ku di çalakiyên protestoyî yên di 8’ê Çileyê de hatibû binçavkirin, hatiye darvekirin.
Hatami û çendek ciwanên pê re, di 8’ê Çileya 2026’an di dema çalakiyên protestoyî de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “êrişî tesîsên leşkerî kirin, texrîb kirin û dane ber agir” dihatin darizandin.
Di pêvajoya darizandina Hatami de destûra girtina parêzer nehate dayin. Malbata Hatemî beriya niha gotibû ku kurê wan êrişî tesîsa leşkerî nekiriye û bi êşkenceyeke giran îtîraf pê dane kirin. Malbatê, banga hestiyariyê li raya giştî kiribû.
Ji meha Çileyê heta niha rejîma Îranê herî kêm 13 girtiyên siyasî darve kir.