Li Îranê cezayê darvekirinê li kesekî din jî hate birîn
Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li kesekî din jî yê ku di protestoyên dawî de hate girtin, birî.
Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê li kesekî din jî yê ku di protestoyên dawî de hate girtin, birî.
Ajansa Nûçeyan a HRANA’yê, derbarê derxistina cezayê darvekirinê bi ser xwepêşanderan ji aliyê Îranê ve raporek belav weşand.
Di raporê de hate diyarkirin ku Elî Kemalî, yek ji beşdarvanên xwepêşandanên giştî yên vê dawiyê ku di Girtîgeha Tehrana Mezin de girtî ye, ji aliyê Şaxê 26’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Hate destnîşankirin ku Elî Kemalî ku li welatê Malezyayê niştecih bû, tenê çend roj piştî vegera xwe ya ji bo Îranê, di dema nerazîbûnên giştî yên Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.
Heta dema amadekirina vê raporê jî, ti agahiyên zêdetir derbarê hûrgûliyên dosya û pêvajoya dadgehkirina wî de nehatine belavkirin.
Ev biryar di demekê de ye ku her du birayên cêwî yên 20 salî, Hesen û Huseyn Emîrî jî pênc roj berê ji aliyê heman dadgehê û ji aliyê heman dadwer Îman Efşarî ve bi cezayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di xwepêşandan û grevên vê dawiyê ku li Tehranê destpê kirin û bi lez nav beşên din ên civakê belav bûn de, Îranê bi êşkence û êrişa raste rast bi hezaran kes qetil kirin û birîndar kirine. Bi deh hezaran kes jî hatin girtin û binçavkirin ku gelek ji wan bi cezayên darvekirinê hatine mehkûmkirin.