Li Îranê cezayê darvekirinê li 17 kesan hate birîn

Rêxistina Mafên Mirovan Hîwa ragihand ku li Îranê cezayê darvekirinê li 17 xwepêşandêran hatiye birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Hîwa di daxuyaniyek de eşkere kir ku di çend hefteyên bihurî de dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 17 xwepêşanderan biriye û ew şandine girtîgehan.

Li gor daxuyaniya rêxistinê navên hin ji kesên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne; Îsmaîl Remezanpur, Arman Merîfetî, Reuf Şêxmerufî, Mihemed Ferecî, Benyamîn Neqdî, Zehra Şehbaz Teberî, Eşkan Malikî, Mihrdad Mihemedîna, Yasîn Şehbexş, Hesen Mislawî Terefî, Yaqub Derxişan, Hesen Emîrî, Husên Emîrî, Elî Kemalî, Hadî Nikbext û Fezlula Nîkbext. Ji vana Eşkan Malikî û Mihrdad Mihemedîna hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye piraniya van kesan bêyî ku parêzerên serbixwe di dema dadgehkirina wan de amadebin, ji aliyê dadgehên Îranê ve bi awayek bilezûbez hatine dadgehkirin û cezayên giran li wan hatine birîn.