Li Îranê ceza li mamosteyan hate birîn

Dadgeriya Îranê cezayê girtîgehê li 3 mamosteyên mêr û cezayê pereyan jî li 5 mamosteyên jin birî.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di derbarê cezakirina hejmarek mamostayên bajarê Kirmanê yê Îranê de agahiyan parve kir.

Li gorî nûçeyê, ji aliyê Şaxê Yekem ê Cîbicîkirina Cezayan a Dadgeha Kirmanê ve cezayê 70 mîlyon tûmenî (pêbijartin) ji bo pênc jinên mamoste yên bi navên; Şehnaz Rezaî Şerîf abadî, Zehra Ezîzî, Leyla Efşar, Mîtra Nîkpûr û Fatime Yezdanî hate birîn. Her wiha, ji bo sê mamosteyên mêr jî cezayê şeş meh zindanê hate birîn.