Li Îranê bêhtirî hezar û 600 kes mirin, li Îsraîlê jî bêhtirî 6 hezar û 500 kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, ragihand ku ji dema şerê li dijî Îranê û vir ve 6 hezar û 594 kes birîndar bûne. HRANA’ê jî, diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve li Îranê hezar û 600 kes bûne qurbanî.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, da xuyakirin ku ji dema operasyona li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir 6 hezar û 594 kesên birîndar veguhestine nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Jewish News Syndicate ve hatiye weşandin û gelek ajans parvekirine, ji sibeha Înê û vir ve 125 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li gorî agahiyan rewşa 2 birîndaran krîtîk e, 14 giran in, 24 di asta navîn de ne û 79 jî sivik birîndar in. Her wiha hat diyarkirin ku kesek ji ber anksiyeteyê tê dermankirin û 5 jî di rewşa nirxandinê de ne.

Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 148 birîndar rakirine nexweşxaneyan. Ji van 4 di asta navînde û 108 kes jî bi sivikî birîndar bûne. Her wiha hat gotin ku 31 kes jî ji ber gazincên anksiyeteyê serî li nexweşxaneyê dane.

HRANA: LI ÎRANÊ DI NAVA 24 SAETAN DE 275 ÊRÎŞ PÊK HATIN

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), jî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li 16 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 275 êrîş pêk hatine. Li gorî agahiyên HRANA’yê di encama êrîşan de 10 sivîl birîndar bûne.

HRANA ragihand ku di êrîşan de 22 baregehên leşkerî, navendên Muhafizên Şoreşê, baregehên Besîc, balafirgehên leşkerî, navenda polîsan, bîrên petrolê û tesîsên enerjiyê yên nukleerî hatine hedef girtin.

Li gorî daneyên ne fermî yên ji hêla HRANA’yê ve hatine weşandin, ji destpêka şerê Îsraîl-DYE û Îranê ve di encama êrîşên li ser Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de hezar û 606 kes bûne qurbanî ku di nava wan de 244 zarok in.