Li Îranê 3 xwepêşander hatin darvekirin

3 kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne hatibûn girtin, bi sûcdariya “teror” û “serhildanê” li Meşhedê hatin darvekirin.

Hat ragihandin ku 3 kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyên meha Çileyê bûne hatibûn girtin, hatin darvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nêzî Artêşa Mûhafizên Şoreşê, ragihand ku Mehdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewletabadî, li Meşhedê danê siharê hatine darvekirin.

Li gorî ajansê, ev kesane bi sûcdariya “li dijî ewlehiya civakê çalakiyên terorê pêk anîne”, “bi dewletên dijmin re hevkarî kirine” û “serhildanê” hatin darizandin. Hat diyarkirin ku her sê xwepêşander vê siharê li Girtîgeha Vakilabad hatin darvekirin.

DARVEKIRIN ZÊDE BÛN

Tê diyarkirin ku li Îranê girtin û darvekirin, bi taybetî têkildarî protestoyên ku zivistana borî li welêt çêbûne ne. Tê ragihandin ku darvekirin piştî şerê herêmî yê 28’ê Sibatê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê re destpê kirî, zêde bûne.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên din ên mafên mirovan, Îran piştî Çînê welatê ku herî zêde cezayê îdamê pêk tîne ye.

Rayedarên Îranê jî îdîa dikin ku pêla protestoya dawî ya ku di meha Çileyê de gihişt lûteyê, di destpêkê de aştiyane bû lê piştre ‘bi mudaxileya hêzên biyanî veguherî serhildanên hatine sorkirin’. Li gorî daxuyaniyên fermî di vê pêvajoyê de zêdeyî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

DARVEKIRIN JI SEDÎ 68 ZÊDE BÛNE

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, li welêt hejmara darvekirinan gihişt asta herî jor a salên dawî. Li gorî rapora hevpar a “Iran Human Rights” ve “Ensemble contre la peine de mort”, sala 2025’an li Îranê herî kêm 1.639 kes hatin darvekirin. Ev hejmar ji sala 1989’an û vir ve, weke hejmara herî bilind bal dikêşe.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî 975 darvekirinên sala 2024’an, darvekirin ji sedî 68 zêde bûne.