Li Îranê 232 kes hatin binçavkirin
Li Îranê di nava du rojan de 232 kes hatin binçavkirin.
Li Îranê di nava du rojan de 232 kes hatin binçavkirin.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, têkildarî zextên Îranê yên li ser gel daxuyaniyek da.
Rêxistinê diyar kir ku tenê di nava du rojên bihurî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 232 kes bêyî biryara dadger hatin binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê kesên navborî ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê de jî tundî li wan hatiye kirin.