Li 3 bajarên Iraqê 5 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînowayê 5 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînowayê 5 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê têkildarî girtina 5 çeteyên DAÎŞ’ê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên girêdayî beşên îstîxbarat û ewlehiyê yên firqeyên 1, 8, 14 û firqeya 23’yan a lîwayên taybet, karîne 5 çeteyên DAÎŞ’ê li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Nînowayê bigrin.
Hate diyarkirin ku ji bo van çeteyan berê di çarçoveya xala 4’an a terorê de fermana girtinê hatibû derxistin. Her wiha hat ragihandin ku ev çete hemû radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.