Wêneyê ku bû cihê nerazîbûnê, li ser hesabê medyaya dîjîtal ê ku hate jêbirin, ji aliyê eşkerekî Îsraîlî yê wezîfedar ve hate parvekirin.
Di wêne de tê dîtin ku girtiyekî Fîlîstînî ku çavên wî girtî, nîv tazî û destên wî girêdayî li erdê dirêjkirî ye. Di parvekirinê de bi zimanê Îbranî gotina "Merhaba" hate nivîsandin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wêne rast e û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev parvekirin li nirx û pîvanên artêşa Îsraîlê nayê."
Lê belê artêşê li ser nasnameya girtiyê wêneyê wî hate parvekirin û rewşa wî ya tenduristiyê ti agahî neda.
XIZMÊN WINDAHIYA LI ZAROKÊN XWE DIGERIN
Piştî ku wêne hate parvekirin, herî kêm du dayikên Fîlîstînî gotin, kesê di dîmen de kurê wan ê winda ye.
Rana Ebû Nasir anî ziman ku kesê di wêne de kurê wê Ûsame ye ku meha Adarê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate binçavkirin.
Cûdeh el Gûl jî diyar kir ku kesê di wêne de kurê wê Emîn e ku Mijdara 2023'an piştî hate binçavkirin agahî jê negirt.
NASNAMEYA KESÊ DI WÊNE DE NEHATE PIŞTRASTKIRIN
Nasnameya kesê di wêne de ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.