Krîza li Îranê giran dibe: Banknota ji 10 milyon riyalî hate çapkirin
Li Îranê ku ji ber şer û pêkanîna krîza aboriyê lê giran bûye, bankaya navendî banknota herî bilind a heta niha xist bazarê. Qîmetê banknota ji 10 milyon riyalî tenê 6,5 euro ye.
Li Îranê ku ji ber şer û pêkanîna krîza aboriyê lê giran bûye, bankaya navendî banknota herî bilind a heta niha xist bazarê. Qîmetê banknota ji 10 milyon riyalî tenê 6,5 euro ye.
Buhayê zêde ya mehên dawî ya li welêt weke hinceta sereke ya vê gavê hate nîşandan. Meha Sibatê enflasyona salane gihîşt asta ji sedî 46,5'an û hêza gel a kirînê bi rengekî cidî kêm bû. Heman demê riyalê Îranê li pêşberî dolar û euro di nava salekê de ji sedî 97 bêqîmet bû.
Banknotê nû di bin siya şerê Rojhilata Navîn de pêşkêşî bazarê hate kirin.
Aboriya Îranê demeke dirêj e ji ber pêkanînên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di bin zextê de ye. Ji havîna 2025'an û vir ve banknotê 1 milyon riyalî di bazarê de bû. Bihabûna jiyanê mehên derbasbûyî bûbû sedema protestoyên girseyî.
Hikumet ji bo zexta malî sivik bike, meha Adarê mûçeyê kêmtirîn ji sedî 60 zêde kiribû û gihandibû asta 166 milyon riyalî (nêzî 109 euro) mehane. Di alîkariyên malbatî de jî bi heman rengî zêdebûnek hatibû kirin.
Li aliyê din, ji bo hêsankirina kar jî biryara jêbirina çar sifiran ji ser pere xist meriyetê.