Komîsyona NY’ê: Îsraîl li Xezeyê zarokan ‘bi zanebûn hedef digire’
Komîsyona lêpirsînê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê zarokên Fîlîstînî bi zanebûn hedef digire.
Komîsyona lêpirsînê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê zarokên Fîlîstînî bi zanebûn hedef digire.
Komîsyona lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya ku ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye wezîfedarkirin, raporeke nû weşand û diyar kir ku Îsraîl li Xezeyê zarokên Fîlîstînî bi zanebûn hedef digire.
Komîsyonê diyar kir ku hedefgirtina zarokan armanca rayedarên Îsraîlê ya ji bo “tunekirina Fîlîstîniyên li Xezeyê” nîşan dide.
Ji Serokatiya Komîsyonê Srinivasan Muralidhar daxuyanî da û got, “Hedef girtina zarokan êrîşeke li dijî siberoja gelê Fîlîstînê ye.”
ÎSPAT HENE
Di raporê de hate ragihandin ku îspat hene ku nîşan didin zarokên Fîlîstînî bi zanebûn ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê ve tên kuştin.
Li gorî komîsyonê, rayedarên Îsraîlê û hêzên ewlekariyê li Xezeyê “sûcê qirkirinê didomînin”.
ÎSRAÎLÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Hikûmeta Îsraîlê jî rapor red kir û weke “îftîra” nirxand.
Rêveberiya Tel Avîv diyar kir ku rapor êrîşên Hamasê yên li hemberî zarokên Îsraîlî ji nedîtî ve tê û got, Hamas zarokên Fîlîstînî weke “mertalê zindî” bi kar tîne.
BANDOR ŞER A LI SER ZAROKAN
Komîsyonê diyar kir ku piştî agirbestê jî zarokên Fîlîstînî hatin kuştin û birîndar bûn.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di aliyê tenduristî, perwerde û pêşketinê de bandoreke zêde ya neyînî li ser zarokên Fîlîstînî çêbûye.
SERVÎSÊN JIDAYIKBÛNÊ Û DORPÊÇA XUREKÊ
Komîsyonê diyar kir ku Îsraîl servîsên jidayikbûnê jî hedef digire û vê yekê pirsgirêkên tenduristiya jidayikbûnê zêde kiriye.
Di raporê de hate bilêvkirin ku ji ber dorpêça Îsraîlê, zarok ji birçîtiyê dimirin û ev yek rewşa tenduristiyê ya zarokên li Xezeyê bi rengekî cidî xirab dike.