Katz: Bagereke mezin wê îro li Xezeyê rabe
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz careke din bi 'tinekirinê' gef li bajarê Xezeyê û Hamasê xwar.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz careke din bi 'tinekirinê' gef li bajarê Xezeyê û Hamasê xwar.
Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser navenda bajarê Xezeyê dewam dikin ku dixwaze kontrola bajêr bi dest bixe. Wezîrê Parastinê Israel Katz jî li ser X'ê peyameke nû weşand.
Katz got, "Îro wê bagereke mezin li ezmanên bajarê Xezeyê rabe û bircên terorê bihejin."
Katz got, "Ev yek ji bo kujer û tecawizkarên Hamasê yên li otelên luks ên li derveyî welat û li Xezeyê hişyariyeke dawî ye: Dîlgirtiyan berdin, çekê xwe dînin, naxwe wê Xeze bê tinekirin û hûn ê tine bibin."
Fermandariya leşkerî ya Îsraîlê pêşniyarê li hikukmetê dike ku operasyoneke mezin a ku jiyana dîlgirtiyan û leşkeran bixe xeteriyê li bajarê Xezeyê neyê kirin û lihevkirinek bê kirin.