Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îravanî DYE û Îsraîlê bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kir.
Îravanî diyar kir ku hejmara miriyan hezar 300’î derbas kir û nêzîkî 10 hezar warên sivîlan hedef hatin girtin.
Seîd Îravanî di daxuyaniya li NY’ê de anî ziman ku deverên qerebalix û binesaziya sivîl a krîtîk di êrîşan de hatine hedefgirtin û wan wekî "sûcên tirsnak" bi nav kir.
Îravanî ragihand ku di êrîşan de bi qasî 8,000 xanî, navendên bazirganî, tesîsên tenduristiyê û dermanan, dibistan û saziyên perwerdehiyê di nav de bi tevahî 9 hezar û 669 warên sivîlan sivîlan hatin rûxandin.
Îravanî destnîşan kir ku di şevên 5 û 72’ê Adarê de li Tehran û bajarên din êrîşên dijwar li ser tesîsên depoya sotemeniyê hatine kirin û di encamê de mîqtarek zêde gemarên xeternak û jehrîn dbelav bêne û xetera nexweşiyên nefesê û qirêjiya jîngehê zêde kiriye.
Îravanî got ku navendên tenduristiyê yên li Tehranê di rewşa hişyariya bilind de ne û ji welatiyan re xwest ku di malên xwe de bimînin.