Di roja 34'emîn a şer de artêşa Îranê piştî gefa bombardûmana giran a Serokê DYE'yê Donald Trump soz da ku wê li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê "êrişên eciqandinê" pêk bîne.
ÎRAN: LI BENDA ÇALAKIYÊN HÎN BERFIREN Û HILWEŞÎNER BIN
Di daxuyaniyê de ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin, ku ji aliyê fermandariya operasyonî ya artêşa Îranê Hatam el-Enbiya ve hate kirin, hate ragihandin ku wê şer "heta teslîmiyetê" dewam bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi baweriya ji Xwedayê mezin, ev şer wê heta biçûkxistina we, bêrûmetxistina we, poşmaniya we û teslîmiyeta we, wê dewam bike."
Artêşa Îranê her wiha got, "Li benda çalakiyên hîn berfireh, hilweşîner û eciqandinê bin."
TRUMP: EM Ê VEGERÎN SERDEMA KEVIR
Serokê DYE'yê Donald Trump di axaftina neteweyî de îdîa kir ku li hemberî Îranê serketineke "tekez" bi dest xistiye.
Trump îdîa kir ku Washington gelekî nêzî hedefên xwe yên li Îranê ye û got, hefteyên bê dibe ku êriş hîn girantir bibe.
Trump got, "Di nava du sê hefteyên pêş de em ê bi rengekî gelekî hişk li îraniyan bixin. Em ê wan vegerînin serdema kevir."
Ev daxuyaniyên Trump bendewariyên li ser bidawîbûna şer a di demeke nêz de lawaz kir û bû sedem ku bazara herêmî û global biheje.
TEHRAN: DAXWAZÊN DYE'YÊ MAKSÎMALÎST Û ÎRASYONEL E
Rêveberiya Îranê jî şertên DYE'yê yên ji bo bidawîkirina şer weke "maksîmalîst û îrrasyonel" pênase kir. Tehranê her wiha îdîayên li ser meşandina muzakereyan ji bo agirbestê derewand.
ÊRIŞ DEWAM DIKIN
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji Îranê di nava şeş saetan de çar caran êrişên bi fuzeyan hate kirin û ev êriş hatin astengkirin. Li gorî nûçeyên medya Îsraîlê, di êrişan de çar kes bi sivikî birîndar bûn.
Li aliyê din Hîzbûllah a Lubnanê diyar kir ku bi roketan û droneyan êriş biriye ser bakurê Îsraîlê.
DYE'YÊ HIŞYARÎ DA BEXDAYÊ
Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê jî hişyarî da ku di nava 24 heta 48 saetan de dibe ku li navenda paytexta Iraqê êriş bê kirin.
Sefaretxaneyê bang li welatiyên Emerîkî yên li welêt kir ku Iraqê tavilê biterikînin.