Ji Serokkomarê Iraqê peyama Enfalê

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî bi boneya 38’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyek da û got, “Divê hikumeta federal û Herêma Kurdistanê hewldanên ji bo lêgerîna rûfatên hemû şehîdan zêde bike.’’

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî bi boneya 38’emîn salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyek belav kir. Nizar Amêdî got, ‘‘Di karesatê de zêdetirî 182 hezar zarok, mêr û jinên kal ên gelê Kurd bûne qurbanî. Ev komkujî yek ji tawanên herî hovane yên qirkirinê ya di dîroka nûjen de ye û birînên wê yên bi êş hîn jî di wijdanê mirovahiyê de mane.’’

Serokkomar ji hikumeta federal û Herêma Kurdistanê xwest ku hewldanên ji bo lêgerîna rûfatên hemû şehîdan di gorên komî de û vegerandina wan bo xizmên wan zêde bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate xwestin tezmînata mirovî û madî ji bo malbatên qurbaniyan were dayîn û hate gotin, ‘‘Divê herêmên ji Enfalê bandor bûne, jinûve werin avakirin.’’