Ji bo Tengava Hurmuzê konferansa pir neteweyan destpê dike
Bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê, di konferansa li Londonê de ku zêdeyî 30 welat tevlî bûn, ji bo jinûve vekirin Tengava Hurmuzê planên leşkerî têne nirxandin.
Bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê, di konferansa li Londonê de ku zêdeyî 30 welat tevlî bûn, ji bo jinûve vekirin Tengava Hurmuzê planên leşkerî têne nirxandin.
Konferansa ji du rojan îro bi malovaniya Îngilistanê destpê dike. Ji 30 welatan plansazên leşkerî ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê plansaziyê bi berfirehî dinirxînin. Civînên li Biryargeha Hevpar a Daîmî ya li Bakurê Londonê, bi pêşengiya Îngilistan û Fransayê di çarçoveya mîsyona pir neteweyî de tê meşandin.
Armanc ji hevdîtinan ew e ku piştî agirbestê ewlehiya trafîka li tengavê bê pêkanîn, keştiyên bazirganiyê bêne parastin û planên leşkerî yên ji bo operasyonên paqijkirina mayinan bê diyarkirin.