BI DÎMEN

'Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were'

Serwîn Mihemed û Şadî Semed ên ji Başûrê Kurdistanê ragihandin ku ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gotin, dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gavek neavêtiye.

PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Jinên ji Başûrê Kurdistanê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn ku 27'ê Sibata 2025'an bi banga Rêber Apo destpê kir û işaret bi rola Rêber Apo ya li ser çareseriya pirsgirêkên herêmî kirin.

Serwîn Mihemed anî ziman ku armanc ji vê pêvajoyê avakirina civaka demokratîk û afirandina jiyaneke wekhev a navbera gelên Kurd û Tirk e û diyar kir ku li gel gavên Rêber Apo dewleta Tirk ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd heta niha gaveke qanûnî û hiqûqî neavêtiye. Serwîn Mihemed ragihand ku ev helwesta dewleta Tirk li nava gelê Kurd bûye cihê fikarên mezin û got, "Divê dewleta Tirk gavên hiqûqî biavêje ku gerîlayên azadiyê li xaka xwe, li Bakurê Kurdistanê karibin civakeke demokratîk ava bikin, karibin jiyana xwe bi çand û zimanê xwe bi rêxistin bikin."

Di dewama axaftina xwe de Serwîn Mihemed gotina, "Bêyî jinê civak bi pêş ve naçe, civaka demokratîk ava nabe" ya Rêber Apo bi bîr xist û anî ziman ku pêşengiya vê pêvajoyê ji jin û ciwanên Kurd re hatiye dayin. Serwîn Mihemed diyar kir ku weke jinên ji Başûrê Kurdistanê ji bo pêkhatina jiyaneke azad ew amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û Rêber Apo û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang kir. Her wiha destnîşan kir ku piştî girtîhiştina ji 27 salan 'mafê hêviyê' ji bo Rêber Apo mafê herî rewa ye û got, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê ne gelê Kurd azad dibe ne jî civakeke demokratîk dikare ava bibe.

'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ HEMÛ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Şadî Semed jî anî ziman ku rewşa heyî ji agirbestên salên derbasbûyî cudatir e ku hingî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn xerakirin. Şadî Semed destnîşan kir ku Erdogan û Bahçelî yên ku berê hebûna Kurdan bi temamî înkar dikirin, îro neçar man e ku daxwaza hevdîtinê bikin û hişyarî da ku eger pêvajo bi ser nekeve wê dewleta Tirk bi krîzên hîn giran re rû bi rû bimîne. Şadî Semed got, rawestîna şer bandoreke gelekî mezin û erênî li herêmên Tevgera Azadiyê û tevahiya Başûrê Kurdistanê kiriye.

Şadî Semed ragihand ku bi rawestîna şer re mirovan dest bi vegera li gundê xwe kirine, karên jinûve avakirinê zêde bûne û got, "Di dema şer de jin qurbanên destpêkê bûn; bi kuştin, destavêtin û êşên giran re rû bi rû man. Lê belê di dema aştiyê de jinan firsend dîtin ku li qadên perwerde û çandê xwe bi pêş ve bibin.

Bêguman rawestandina şer têrê nake, ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve ji girtîgehê derkeve. Ji bo fikarên li ser şerê taybet an jî taktîkên dewletê ji holê rabin, divê mafê hêviyê bi cih bê anîn û zextên li ser Rêber Apo biqedin."

Şadî Semed di dawiya axaftina xwe de bang li gelên li çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê û partiyên siyasî hemûyan kir ku bi berpirsyariyê rabin.